Li Hesekê foruma aloziya avê

Bi armanca balkişandina ser pirsgirêka avê ya li herêmê forumek hat lidarxistin. Di forumê de hate diyarkirin ku divê rêvebirina xwecih a avê were pêşxistin û siyasetên ku avê wekî çekekê li dijî herêmê bi kar tînin werin belgekirin.

Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
Li Hesekê foruma aloziya avê
31 tebax, 2025   19:50
HESEKÊ

Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Hefteya Avê ya Cîhanê , Forumek bi navnîşana "Av li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera rastî û zehemtiyan de" li dar xist. Forum li hola Serdemê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, çalakvanên sivîl, endazyarên çandiniyê, jîngehparêz û nûnerên saziyên avê yên kantona Firatê  hat lidarxistin.

Di forumê de 5 mijarên sereke hatin şîrovekirin. Mijara yekemîn ji aliyê hevserokê  Fakulteya Endazyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava Xoşnav El Qasim ve hat şîrovekirin. Xoşnav behsa zerarên aborî yên ku bûne sedema qutbûna avê li herêmê, her wiha pirsgirêkên jîngehî yên  bûne sedema kêmbûna ava bîran kirin.

El Qasim pirsgirêkên sereke yên avê bi bîr xistin û got: "Ji wan pirsgirêkan kolandina bêserûber a bîran, bikaranîn û xerçkirina zêde ya ava bîran, her wiha siyasetên herêmî yên mîna avakirina Bendava Ataturk e ku herkîna avê  ber bi çemê Firatê kêm kiriye."

El Qasim di dewam nirxandinên xwe de îşaret bi vê yekê kir ku ji ber pirsgirêkên avê, berhemên genim û çandiniyê din kêm bûye û got, bikaranîna rêbazên kevin ên avdanê pirsgirêkê mezintir dike. Xoşnav El Qasim da zanîn ku divê rêbazên avdanê bi yên pêşketin ên ku avê zêde xerç nake werin guhertin, li dijî bandorên guhertina avhewayê jî çandina daran were zêdekirin.

Mijara duyemîn bi navê "Kêmbûna asta ava çemê Firatê li kantona Firatê; bandora bendavan, pirsgirêkên ava vexwarinê û avdanê" ji aliyê Hevserokê Gerînendetiya Avê ya bajarê Kobanê Mehmûd Reşîd ve hat şîrovekirin. Reşîd bi bîr xist ku li Kobanê ji ber felaketên xwezayê, qelişbûna depoyên avê, xerçkirina avê  aloziyek mezin a avê heye.

Reşîd bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk jî ku ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê kêm kiriye û got, ji ber vê yekê şênî neçar mane berê xwe bidin bîran û jêderên din, ev yek dibe sedema belavbûna nexweşiyên xetere wekî kolerayê.

Mehmûd Reşîd  ji bo çareserkirina aloziya avê ya li kantona Firatê banga xebateke hevbeş kir û got, divê mijara avê neyê polîtîlzekirin û dûr mijara leşkerî were kirin. Her wiha xwest ku torên avê yên kevin werin nûkirin, avê bighêje gundên bêav û stasyonên paqijkirina avê jî  werin avakirin.

Hevserokê Gerînendetiya Avê ya Kantona Reqayê Hisên El Cerceb jî mijara sêyemîn a bi sernavê "Bandora asta çemê Firatê, qirêjbûna avê, rewşa mirovî li kantonên Reqa û Dêrazorê" şîrove kir.

Hisên El Cerceb diyar kir ku rewşa ava vexwarinê li bajar û bajarokên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gelek aloz e ku rasterast xwe dispêre ava çemê Firatê.

El Cerceb bi domdarî got: "Ji ber bendavên li welatên cîran hatine çêkirin, her wiha ji ber guherîna avhewayê asta ava çemê Firatê kêm bûye. Di encama vê yekê de kalîteya ava vexwarinê xirab dibe. Ev yek dibe sedema zêdebûna rêjeya gemaran. Çem her wiha rasterast ji ber kanalîzasyonê, bermahiyên çandiniyê û heta hin bermahiyên hişk ve tê gemarîkirin."

El Cerceb îşaret pê kir ku kêşeyên siyasî û ewlehiyê yên ku herêm pê re rû bi rû maye binesaziya avê qels kiriye, di heman demê de fînansmana aborî ya qels li pêşiya parastina toran û avakirina stasyonên nû dibin asteng.

 Di mijara çaremîn de jî "Bikaranîna avê wekî çeka şer, kontrokirina jêderan wekî amûra siyasî, bandorên li ser ewlehiya xurekî" ji aliyê Rêveberê Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî Zîwer Şêxo ve hat şîrovekirin.

Zîwer Şêxo di şîroveyên xwe de bi bîr xist ku ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji mafê xwe yê wergirtina avê bêpar in û got, dewleta Tirk stasyonên avê bi taybetî stasyona Elok wekî kaxezeke siyasî û çeka şer li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.

Şêxo di dewama axaftina xwe de qanûnên navneteweyî yên qedexeya bikaranîna avê wekî çekekê vegot û da zanîn ku Tirkiyeyê peymanên girêdayî ava çeman ku bi Iraq û Sûriyeyê re îmze kiriye, binpê dike.

Zîwer Şêxo di dawiya axaftina xwe de got, hincet çi dibe bila bibe lê mafên tu dewletan nine gelan ji avê bêpar bihêle.

Mijara pêncemîn bi navê "Bandora rasterast a kêmbûna avê li ser jinan" ji aliyê çalakvana sivîl Nalîn Eseed ve hat birêvebirin.

Nalîn anî ziman ku jin ji ber berpirsyarên xwe yên civakî û rola xwe ya bingehîn a peydakirina avê ji malbatê re,  beşa herî zêde ye ku ji ber aloziyên avê zerarê dibîne

Nalîn diyar kir ku êş û azarên rojane yên ji ber peydakirina avê ji jêderên dûr ne tenê jinan di aliyê fîzîkî de diwestîne, lê di heman demê de bandorê li tenduristiya wan dike, her wiha derfetên fêrbûnê û xebata hevbeş betal dikin û got: "Tevî van kêşiyan jî jin dikarin jêderên avê yên sînordar bi rêve bibin."

Piştî şîrovekirina mijarên forumê,  beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin, divê pirsgirêka avê ya li herêmê di zûtirîn dem de were çareserkirin.

Panel bi van pêşniyaran bi dawî bû:

1- Danîna stratejiyeke yekgirtî ya avê da ku li gorî wê  xebat li ser pêşxistsina çarçoveyeke stratejîk a yekgirtî û berfireh ji bo birêvebirina çavkaniyên avê li ser asta herêmî bê meşandin.

2-Pêşxistina rêveberiya xwecih û bihêzkirina wan ji aliyê teknîkî û îdarî ve, da ku xizmetên baş werin pêşkêşkirin û belavkirin bi awayekî wekhev bi rêve biçe.

3-Bikaranîna avê wekî çekan were belgekirin û der barê vê de bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildar werin kirin.

4- Nûkirina siyaseta çandiniyê bi rêya teşwîqkirina çandiniya ku xwe dispêre ava baranê, belavkirina çandiniya berhemên ku zêde avê bi kar nayînin.

5-Têkildarî xetereyên aloziya avê, girîngiya kêmkkirina xerçkirina wê, divê pêngavên hişyarkirinê yên domdarî werin lidarxistin.

6-Bi armanca parastina qada hêşînê û jêderên avê ji qirêjê bernameyek were danîn.

(bb)

ANHA