Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin

Barana xurt a li bajarê Hesekê bariye bû sedema ku av bikeve konên koçberên Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî. Vê jî zehmetiyên şêniyên bi darê zorê koçber bûne zêde kirin.

Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
Baranê zehmetiyên koçberên kampa Waşûkanî zêde kirin
16 mijdar, 2025   20:35
HESEKÊ

Xelkê ji Serêkaniyê yê bi darê zorê koçber bûye û li kampa Waşûkanî ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin ji ber barana xurt û ketina avê li konên wan şeveke zehmet derbas kir. Golên avê yên di hundirê konan û nava kampê de tevgerên şêniyan asteng kirin. 

Binesaziya kampê pir lawaz e, bi taybet ligel nebûna piştigriya rastîn ji hêla rêxistinên navneteweyî û tenê destkedayîn ji hêla Rêveberiya Xweser û rêxistinên xwecihî ve hene. Konên ku zarok û temenmezin tê de dijî xerab bin, wan ji baranê û sermaya zivistanê naparêzin. Şêniyan banga başkirina rewşa debarê û guhertina wan konan kir.

Koçberan daxwaza derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê xwe kir û bang li civata navneteweyî kir ku garantiyên guncaw ji bo vegera ewle û rûmet li warên wan pêkêş bikin.

Rêveberiya Xweser di Cotmeha 2019’an de piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê dagir kir û zêdetirî 150 hezar şêniyên wê yên resen koçber kirin, kampa Waşûkanî li bajarê Hesekê ava kir. Piştî 6 salan, bi hezaran ji wan hîn jî di kampan de di şert û mercên dijwar mb sermaya zivistanê û germaya havînê de dijîn.

(ac/fr)

ANHA