Li Lubnanê panela têkoşîna dijî tundiya li ser jinan

Kongra Star û Komeleya Newroz a Çandî û Civakî têkildarî têkoşîna dijî tundiya li ser jinan panelek li dar xist. Di panelê de bal li ser berxwedana jina Kurd, parastina wê ya maf û azadiya xwe hat kişandin.

Li Lubnanê panela têkoşîna dijî tundiya li ser jinan
Li Lubnanê panela têkoşîna dijî tundiya li ser jinan
Li Lubnanê panela têkoşîna dijî tundiya li ser jinan
Li Lubnanê panela têkoşîna dijî tundiya li ser jinan
Li Lubnanê panela têkoşîna dijî tundiya li ser jinan
Li Lubnanê panela têkoşîna dijî tundiya li ser jinan
16 mijdar, 2025   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan a ku dikeve 25ˊê Mijdarê de, Kongra Star û Komeleya Newroz a Çand û Civakî ya Lubnanê bi navê "Rastiya tundiya li dijî jinan, astengî û asoyên guhertinê" li navenda komeleyê ya li Beyrûtê panelek organîze kir.

Di panelê de seroka Komîteya Têkiliyên Jinan a Komeleyê Henan Osman bi xêrhatina beşdaran kir û berfirehiya diyarkirina roja 25ˊê Mijdarê weke Roja Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan şîrove kir.

Henan behsa şêweyên tundiya civakî ku hîna bi awayekî berdewam pêk tên kir û got "Diyardeya tundiyê bi awayekî neyênî bandorê li civakê û malbatê dike, li kêlek wê bandorê li perwerdekirina zarokan dike û bi wê re adatên nebaş ava dike."

Henan bal kişand ser rola neyênî ya medyayên civakî di belavkirina rêbazên tundiyê û pêşxistina bandora wê li ser beşa ciwanan.

Endama Kongra Star a Lubnanê Leyla Mihemd jî da zanîn ku "Jina Kurd di dirêjahiya serdeman de rûbirûyî gelek şêweyên tundiyê hat, lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku vîzyona jinan guher û girîngî da rola wê ya pêşeng di civakê de jinan xwe îsbat kir û li hember zihniyeta baviksalariyê sekinî".

Leylayê di dawiyê de got, "Ruxmî astengiyên ku jina Kurd tê re derbas bûye, lê bi seay beşdariya wê di têkbirina terorê û sekna li dijî xetertirîn rêxistinên terorîst êdî bûye pêşenga tevahî jinên cîhanê û zehmbola jina azad."

Panel bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA