Li Derayê gaz bûye sedema nakokî û kêşeyan

Li gundewarê Derayê ji ber kêmbûna gazê û mekanîzmaya belavkirina wê di nava şêniyan de nakokî derket.

Li Derayê gaz bûye sedema nakokî û kêşeyan
26 sibat, 2026   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber pirsgirêka nebûna gazê li Derayê şênî bi hêrs in û du bûyer rû dan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li ser paşxaneya mekanîzmaya belavkirina topên gazê ku şênî bi saet û tabûrên dirêj li bendê ne, di nava hejmarek şêniyên li bajarokê Seyda yê rojhilatê bajarê Derayê de gengeşî çêbû.

Li bajarê Tefes ê rojavayê Derayê jî bi heman bûyerê li pêşiya nuqteya belavkirina gazê di navbera welatiyan de gengeşî û nakokî derket.

SOHRˊê da zanîn ku endamên nuqteya Tesîl beriya 2 rojan 15 topên gazê di dema belavkirinê de wergirtibûn, vê jî hişt şênî bi hêrs bibin.

Di demkê de krîza debarê li Derayê zêde dibin, sotemenî kêm e û parên bajêr nagihînin, ev jî di nava şêniyan de dibe sedema hêrs û bertekên nerazîbûnê.

(fr)