‘Em ê bi QSD û Rêveberiya Xweser re herêmên xwe biparêzin’

Ciwan û şêniyên ji bajarên Şedadê û Holê hevgirtina xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re anî ziman û diyar kir ku dê herêma xwe ji planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk biparêzin.

‘Em ê bi QSD û Rêveberiya Xweser re herêmên xwe biparêzin’
8 kanûn, 2024   07:10
HESEKÊ
XIDIR FEYAD- ELÎ SULTAN

Rêvberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hefteyek berê li dijî plan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker seferberiya giştî îlan kiribû.

ŞÊNIYÊN ŞEDADÊ: EM Ê XAKA XWE BIPARÊZIN

Şêniyên ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê der barê êrişên dagirkeriyê û banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser û QSDˈê de axivîn.

Mehmûd El Elî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyeyê berdewama planên wê ne yên ku nedikarî bi rêya DAIŞˈê pêk anîba.

Mehmûd El Elî got: "Em gelê Bakur û Rojhilatê sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Di pêvajoya şoreşa Sûriyeyê de me kiryarên çeteyan ên xirabkirin, wêran û talankirinê dîtin. Em baş dizanin ku armanca wan lawazkirin û parçekirina Sûriyeyê ye."

El Elî anî ziman ku ew amade ne piştgiriyê bidin QSDˈê û li hemberî êrişan li çeperên pêşîn ên parastinê bin.

Mihemed El Xilêf destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên vê dawiyê ew e ku bi rêya çeteyên xwe serweriya xwe ferz bike û demografiya herêmê biguhere û ev li gotinên xwe zêde kir "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş dizane ku armanca QSDˈê mîsogerkirina ewlehiya herêmê ye. Ji ber vê yekê em bang dikin ku piştgiriyê bidin QSDˈê û li dora Rêveberiya Xweser bin.

Casim El Xidêr jî da zanîn ku kuştin û koçberkirina ku çeteyên dewleta Tirk a dagirkir li dijî gelê kirine wekî berdewama siyaseta guhertina demografiya herêmê bi nav kir

Casim El Xidêr got: "Em ewladên vî erdê beşek ji QSDˈê ne, em bi hemû hêza xwe erdê xwe biparêzin."

CIWANÊN HOLÊ: EM Ê LI BER XWE BIDIN

Ciwanên ji bajarê Holê jî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê helwesta xwe anîn ziman. Ciwanan diyar kirin ku ew amade ne bersiva êrişên dagirkeriyê bibin.

Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Husam El Hisên da zanîn ku ev êriş beşek ji plana mêtîngeriyê ye ku ewlehiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc.

Husam got: “Banga seferberiyê ya Rêvebeberiya Xweser rihê berxwedana li dijî êriş û gefan di me de ava kir."

Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Emîra Ebdo jî wiha axivî: "Jinên ciwan ên li Holê amade ne destkeftiyên şoreşê biparêzin û li hemberî çi kesên ku hewl bidin ewlehiya herêmê xirab bikin, bisekinin."

Berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Ebdulkerîm anî ziman ku  dê li ser xeta berxwedanê bimeşin û rê nedin erdê wan bê dagirkirin û got: "Em ê têkoşînê bidomînin heya armancên xwe yên azadî û rûmetê pêk bînin."

Ciwanan di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku ew di her wextî de amade ne xaka xwe û jiyana hevbeş a li herêmê biparêzin.

(bb)

ANHA

hol

şedadê