Bi parçeyek zevî debara xwe dike
Rûbera ber xaniyê xwe ji newalê veguherandiye devereke bi şînatî, teşeyeke xweşik li ber mala xwe daniye û ji berhemê wê debara xwe ya rojane dike.
Ridwan Hisên (50) ji 2019`an ve pêşiya mala xwe ji newalê veguherand zeviyê çandinî û ji wê demê ve cureyên sebzeyan her demê li gorî werzê wê datîne. Bi 250 metre kaî şînkayî daniye û li derdorê wê bi darikê zilê (Qamîş) girtiye.
Niha jî li bexçeyê xwe beqdenûs, tivir, lehane, pelê silka, sebanix, fûl, pîvaz û cercîr çandiye, pê debara malbata xwe dike û tişta ji berheman mayî li cîranan belav dike.
Li kêlek sebzeyan li gorî demê gulan jî diçîne, ew gul jî bûne meqseda perperîk û mêşhingivan. Niha gulên bi navê xerîbê, qedîfê (El Qetîf), zembeq û rîhan hene.
Ridwan Hisên ji me re da zanîn ku ji ber qerbalixa çûn û hatina seyareyan û kombûna çopê li derdor mala wî ew bêhtir xwest pêşiya xaniyê xwe bi şînkayî bike û wih got: “Dema mirov ji bexçeyê xwe sebzeyan derxîne ji kirîna ji sûkan hêsantire û di warê aborî de jî xerckirinê kêm dike.”
ANHA