Jinan çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Îranê

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî darvekirinan li ber Sefaretxaneya Îranê kom bû û çelenga reş a bi nivîsa "Darmvekirinan Rawestînin" nivîsandibûn li ber sefaretxaneyê danîn.

Jinan çelenga reş danîn ber Sefaretxaneya Îranê
22 tebax 2024   16:06
NAVENDA NÛÇEAYN

 Hikûmeta Îranê ji ber bandora giştî ya çalakiyên li dijî kuştina Jîna Emînî ku li tevahiya welêt belav bûn, li çalakvan û jinên Kurd cezayê darvekirinê dibire. Li dijî cezayê darvekirinê, Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ber avahiya Sefaretxaneya Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyeke çapemeniyê da. 

 Polîsên ku hewl dan pêşî li jinên xwestin li vir daxuyaniyê bidin bigirin, bilêv kirin ku ew ê destûrê nedin daxuyanî li ber sefaretxaneyê bê dayîn. Li ser vê yekê jinan çalakiya li ber sefaretxaneya Îsraîlê bi bîr xistin û diyar kirin ku ew ê li wir daxuyaniyê bidin.

 Li ser vê yekê polîsan ku xwest jin neçin ber sefaretxaneyê, bi mertalan jin daf dan. Jinan li ber mertalên polîsan bi wêneyên jinên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn rakirin û li ber mertalên polîsan daxuyaniya xwe dan.

 'EV ÇELENGA REŞ JI BO ÎRANÊ YE'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Enqereyê ya bajarê Tirkiyê Tatlîgul Gul ku metna daxuyaniyê xwend got, "Em îro li vir kom bûn û dengê xwe bilind dikin ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammed ên ku di 23'ê Tîrmehê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin cezakirin. Pexşan Ezîzî ku niha di girtîgehê de ye û li benda bicihanîna hukmê darvekirinê ye, di nameya xwe de banga hestiyariyê li rayagiştî ya cîhanê dike û dibêje, ' Ez û Şerîfe Muhammed, jinên din ên li benda darvekirinê ne, em ne jinên yekem û dawîn in ku tenê ji ber lêgerîna jiyanek azad û birûmet bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin, lê bêyî bedel azadî ne pêkan e. Buhayê azadiyê giran e.Sûcê me yek kirina Jin jiyan azadî ye.' Bi vê çelenga reş,  em helwesta rejîma serdest a mêr a Îranê li dijî cesaret, berxwedan û têkoşîna hevalên me ya mafdar protesto dikin."

 'BÊDENG NEMÎNIN'

 Tatlîgulê diyar kir ku ew weke jin tundiya ku tê kirin şermezar dikin û got, “Em careke din teqez dikin ku cezayên bi vî rengî zerarê dide rûmeta mirovan. Dengê Pêşxan û Şerîfe jî mîna berxwedana Jîna Mahsa Emînî wê ji vir jî bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' bigihêje hemû cîhanê. Banga me ji hemû cîhanê re ev e: Li hemberî vê zilma li Îranê bêdeng nemînin! Werin em bi hev re li dijî van pêkanînên dijmirovî li cem jinan, gelê Kurd û hemû bindestan têbikoşin. Em careke din bang li hikûmeta Îranê dikin: darvekirin cînayeta dewletê ye, dawî li van cînayetan bînin. Cezayên darvekirin yên ku li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammed hatine birîn, bi hurmeta hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan betal bikin.  Em weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê tu carî dest ji berxwedan û têkoşîna li dijî van cezayan bernadin."

 'TÊKOŞÎNA JINAN WÊ LI HER DERÊ BIDOME'

 Paşê Fatma Koçyîgît mafê axaftinê girt û got, “Îro me dît ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Ewropayê li her derê hikûmetên serdest ên mêr yek in. Niha cezayê darvekirinê û şîdeta li ser jinê sîstematîze kirine. Wêneyê ku îro hûn dibînin, wêneyê Komara Tirkiyeyê ye. Vê baş bibînin û em dibêjin têkoşîna jinan wê li her derê bidome. "Bijî hevgirtina jinan a li her derê, li Îran, Afganîstan, Tirkiye."

 Piştî daxuyaniyê jinan gelek caran mertal derbas kirin û çelenga bi nivîsa "Darvekirinan rawestînin" li ber sefaretxaneyê danîn û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.