Balafirên şer li Helebê gelek nuqte bombebaran kirin

Balafirên şer gelek nuqteyên li bajarê Helebê bombebaran kirin.

Balafirên şer li Helebê gelek nuqte bombebaran kirin
30 mijdar, 2024   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên ji bajarê Helebê ragihand ku beriya çend kêliyan balafirên şer gelek nuqteyên li bajarê Helebê hedef girtin.

Li gorî nûçegihanan, derdora Qada Seedellah El Cabirî, Qesra El Muhafiz û taxa Selahedîn hatin hedef girtin.

Ev êriş piştî çend kêliyan ji bombebarana li çerxerêya El Basil hate kirin.

Çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" bêyî tu berxwedanekê ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve bi dehan taxên bajarê Helebê xistin bin kontrola xwe.

(fr)