Balafirên dewleta Tirk sînorê bajarokê Mawet bombebaran kir
Balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker sînorê bajarokê Mawet ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve bombebaran kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker sînorê bajarokê Mawet ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.
Heta niha têkildarî ziyanên ji ber bombebaranê çêbûne, agahî bi dest neketine.
Dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran leşker û çek û cebilxane derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê kirine. Rojane deverên niştecihbûnê û zevî û baxên welatiyan bombebaran dikin. Li gel hevkariya PDK’ê, beriya çend rojan hikumeta Iraqê jî li gel Tirkiyeyê peymaneke hevkariyê îmze kir.