Di rojnameyên erebî de Xeza, Lubnan û Yemen

Rojnameyên erebî cih da diyalogên ji bo agirbesta li Xezayê, rewşa Lubnanê û êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyên DYA û Îsraîlê.

Di rojnameyên erebî de Xeza, Lubnan û Yemen
23 tebax 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî Lubnanê, rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê “Lubnan li ber ketinê ye, xetere li ser hene, garantî nîn in” weşand. 

Rojnameyê diyar kir rewşa başûrê Lubnanê ji ber şer li ber ketinê ye. Rojnameyê diyar kir ku metirsî hene ku qada şer berfireh bibe, nemaze piştî ku Hizbullahê biryara piştgiriya Hemasê daye û DYA jî ji bo diyalogan zextê li serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nake.

’SANA JI NÛ VE DEST BI ‘OPERASYONÊN FETISANDINÊ’ DIKE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê diyar kir ku koma Ensarullah El Hûsî çarçoveya êrişên xwe yên li Deryaya Sor û Kendava Edanê berfireh kir. Rojnameyê îşaret pê kir ku Hûsî bi taktîkeke leşkerî ya nû keştiyên  Îsraîlê noq dike an jî dişewitîne.

Rojnameyê bi bîr xist ku Hûsiyan pêr êvarî nehişt keştiyeke bazirganiyê di Tengava Bab Mendibê re derbasî Deryaya Sor bibe.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecih ên ji bajarê Teez ê peravî girtine, Hûsî dê li Deryaya Sor êrişên xwe li dijî hêzên deryayî yên DYA’yê û keştiyên girêdayî Îsraîlê li Kendava Edanê bidomînin. Çavkaniyan diyar kir ku berbanga duh dengê teqînan ji nêzî peravên Mexa hat bihîstin, hêzên deryayî yên leşkerî yên Sanayê li nava ava navneteweyî belav dibin û hema bêje başûrê Deryaya Sor bi temamî kontrol kirin.

(bb)