Feyleq El Quds: Îsraîlê 280 fermandar kuştin
Cîgirê fermandarê Feyleq El Quds ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîlê û Hemasê ve 280 fermandarên ‘Eniya El Muqaweme’ ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.
Cîgirê fermandarê Feyleq El Quds a girêdayî Pasdarên Îranê Mihemed Riza Felahzade diyar kir ku Îsraîlê ji destpêka şerê li Xezayê (7 Cotmeh 2023) ve, 280 fermandarên "Eniya El Muqaweme" kuştine. Her wiha bi bîr xist ku Îsamîl Heniye kuştiyê dawîn bûye.
Felahzade di daxuyaniyê de got operasyonên wan dê nesekinin û ev agahî dan: "Eniya El Muqaweme 100 operasyonên bi balafirên bêmirov li dijî amerîkiyan pêk anîn. Hizbullahê jî 3 tugayên artêşa Îsraîlê rawestandin."