Şêniyên Şedadê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîneke xurttir divê

Şêniyên Şedadê diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên mafên mirovan e û got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê gur bikin.

Şêniyên Şedadê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîneke xurttir divê
3 tîrmeh 2024   02:35
HESEKÊ
XIDIR EL FEYAD

Şêniyên Şedadê ya kantona Cizîrê der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiya bi navê Îman El Ferec anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û feslefeya xwe banga avakirina civakên pirçandî, civakên li ser esasê edalet û wekheviyê û azadiya tevahî gelan dike, lê dewleta Tirk tecîreke giran li ser wî ferz dike.

Îman El Ferec diyar kir ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan jin di qadên siyasî, civakî, aborî, çandî û leşkerî de cihê digirin. Îman bang li jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

Welatiya bi navê Welaa El Hemed jî diyar kir ku tecrîda giran a ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, li dijî tevahî qanûnên mafên mirovan û qanûnên girtiyan e.

Welaa El Hemed got: "Bi israr û îradeya xurt em ê azadiya fîzîkî ya rêberê neteweyî Abdullah Ocalan mîsoger bikin."

Welatiyê bi navê Elî Bedir jî got, Rêber Abdullah Ocalan banga azadkirina gelên bindest, banga jiyana hevbeş, azadiya jinan û guhertina zîhniyeta baviksalar dike, lewra dewleta Tirk tecrîda li ser wî giran kiriye.

Elî Bedir got tevahî bangawaziyên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan lê hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bê deng in.

(bb)

ANHA