ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-07-2024
1 tîrmeh 2024   02:00

Dr. Kamûran Berwarî bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navnetewî, Iraq û tevlîbûna PDK’ê erîşî Başûrê Kurdistanê dike û hedef dike bi 2 qonaxan tevahiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir bike. 

Hiqûqnas Elaedîn El Xalid Kalo destnîşan kirin ku avakirina mêtingehan li Efrînê sûcekî şer e û hêza leşkerî, di tevahî protokolên têkildarî şer de, nayên qebûlkirin û got: “Dengê koçberan bighînin qadên navneteweyî.”

Nivîskar û muxalifê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd got: "Lihevkirinên veşartî yên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de êdî aşkera bûn û li şûna bin masayê bin derketin jorê wê. Her lihevkirinek di navbera wan de dê nexşe û demografiya Sûriyeyê bi awayekî trajedîk biguhere û dê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê be, dê herêman dagir bike û axa Sûriyeyê tev li xwe bike."

Stasyona Şeife ya sereke ya ava vexwarinê ya li kantona Dêrazorê kete xizmetê. Li kêleka 2 stasyonên Qele û Siwer ev stasyona sêyemîn dikeve xizmetê. Ev stasyon avê dide 50 hezar şêniyan.

Bi diruşma ˊEz dixwazim jiyaneke min ya xwedî wate û çalakbûneke mezin hebeˊ Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo bîranîna şehîd Zîlan û Sema li navenda kombûnê ya Reqayê çalakiyekê li dar dixe, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Til Temirê ya kantona Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Besam Ebdulezîz Silêman (Şahîn Enabiyê) li goristana şehîdên Til Temirê oxir dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi sernavê ˊXurtkirina siyasî ya jinên Sûriyeyêˊ Koordînasyona Jinan a Sûriyeyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di çarçoveya Stratejiya Nîştimanî ya Xurtkirina Jinên Sûriyeyî de civînekê li avahiya MSDˊê ya Reqayê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan li pêş navenda xwe ya li Qamişlo der barê sûcên qetilkirina jinan daxuyaniyekê dide û hemleyekê radigihîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Çabnd û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) bi xêzkirina wêneyan li ser dîwarên Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê ya li Qamişlo pêşangehekê vedike, saet 19:00ˊan.