ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A HAWARÊ 3-7-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A HAWARÊ 3-7-2024
3 tîrmeh 2024   02:00

Şêniyên Şedadê diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên mafên mirovan e û got ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşînê gur bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên Ereban diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe dixwazin îradeya wan bişikînin û wan koçber bikin û got "Em ê xaka xwe biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Hezîranê de 31 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de yek jê zarok, 2 kes şehîd bûn û 4 kes birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêwekar Ekrem Bekir got xêzkirin ji pîşeyek û hunerekê wêdetir rêbazeke jiyanê ye û bi "afrînariya serbest di bin navê bedewiyê de" wesifand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hesen Koçer, destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze herkesekî ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne, lewma pêwîst hikûmeta Şamê neyê van lîstikan û got; “Divê hikûmeta Şamê zanibe eger bi Tirkiyeyê re tifaqeke dijber çêbike, dê Sûriye winda bike. Ger bibejê em bi hevkirin an jî diyalogên siyasî re ne, em jî hazir in.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de pêşangehek stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM`ê bi boneya salvegera damezirandinê ya 12 şahiyekê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe saet di 19:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)