Bakûr, Başûr û Ewropa li benda peyamên Rêber Apo ne

Li Bakûr û Başûrê Kurdistanê û gelek bajarên Ewropayê, ji bo guhdarkirin û temaşekirina peyama Rêber Abdullah Ocalan ku tê payîn îro bê dayîn, ekranên mezin tên danîn.

Bakûr, Başûr û Ewropa li benda peyamên Rêber Apo ne
27 sibat, 2025   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re, di saetên serê sibehê de çû Girava Îmraliyê. 

Hat diyarkirin ku dê şande di vegerê de, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, saet di 17.00’an de li Ot3ela Elîte Worldê civînek çapemeniyê lidar bixe û peyama Rêber Apo ragihîne.

Ji bo temaşe û guhdakirina peyamê, li bajarên Wan û Amed ên Bakûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê li meydanan ekranên mezin hatin danîn.

Li bajarê Amedê wê peyam li Qada Şêx Seîd were temaşe û guhdarkirin.

Li bajarê Wanê Meydana Bajar ji bo temaşe û guhdarkirinê tê amadekirin.

Li bajarê Silêmaniyê wê peyam li Parka Azadiyê di ekranên mezin de were guhdar û temaşekirin.

Li gelek bajarên Ewropayê jî wê li gelek bajaran li pêşiya Navendên Civaka Demokratîk ekranên mezin werin danîn.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li tevahiya gel kir ku berê xwe bidin Navendên Civaka Demokratîk.