Peyama Rêber Abdullah Ocalan wê li 7 navendan werin guhdar û temaşekirin

Piştî ku hat got dê îro peyam û banga Rêber Abdullah Ocalan were dayîn, li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li 7 navendan ji bo temaşekirin û guhdarkirinê ekranên mezin tên danîn. Bi hezaran kes li navendan peyamê guhdar bikin.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan wê li 7 navendan werin guhdar û temaşekirin
27 sibat, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partî ku ji Hevserokên DEM Partî Tulay Hatem Ogullari û Tuncer Bakirhan, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder, parlamenterên DEM Partî Pervîn Buldan û Cengîz Çîçek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, îro çûn girava Îmraliyê. Hat gotin ku şande niha bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike. 

Duh hatibû gotin ku wê şande di vegerê de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, saet di 17.00’an de civînek çapemeniyê lidar bixe û peyam û banga Rêber Apo ragîhîne.

Piştî vê daxuyaniyê, li Bakûr û Rojhilatê Suryeyê jî amadekarî hatin kirin ku peyam bi girseyî qere guhdar û temaşerkirin.

Di vê çarçoveyê de li Qamişlo, Hesekê, Dêrikê, Reqa, Tebqa, Kobanê û Helebê amadekarî hatine destpêkirin û ekranên mezin tên danîn.

Li gorî agahiyên ku komîteyên amadekar dane, wê girse ji saet 16.00’an ve biherikin qadên hatine diyarkirin.

Qadên ku dê ekranên mezin werin danîn wiha ne:

QAMIŞLO

Cih: Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê

Saet 16.00

HESEKÊ

Cih: Parka 4’ê Nîsanê

Saet 16.00

DÊRIK

Cîh Parka Azadiyê

Saet: 16.00

TEBQA

Li bajarêTebqayê wê li 2 cihên cuda ekran werin danîn.

Cihek li Stadyuma Werzîşê ya El Îttihadê ye.

Cihê duyemîn jî Bajarê Werzîşê ku koçberên Efrîn û Şehbayê lê dimînin e.

REQA

Cîh: Stadyuma Şaredariyê

Saet: 16.00

KOBANÊ

Cîh: Meydana Jina Azad

Saet: 16.00

HELEB

Cih: Meydana El-Zeytunî

Saet: 16.00