Li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin

Li Reqayê bi beşdariya  zêdekirî 200 kesan komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî" dest pê kir.

Li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin
Li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin
Li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin
Li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin
Li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin
Li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin
27 sibat, 2025   12:57
REQA

Bi dirûşma "Ber bi Sûriyeya Pirrengî ya Demokratîk ve" li Reqayê komcivîna Sûriyeyê ya diyaloga nîştimanî tê lidarxistin. Komcivîn ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînê Stratejîk (NRLS) ve hatiye organîzekirin.

Ji herêmên cuda yên Sûriyeyê wekî Heleb, Laziqiye û Siwêdayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 200 kesayetên siyasî, olî, rewşenbîr, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên Hevbendiya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşdarî komcivînê bûne.

Axaftina destpêkê ya komcivînê ji aliyê NRLS’ê ve hat kirin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd axivî.

Piştre dê fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî biaxive. Bi navê Saziya Maşûq a Lêborîn û Diyalogê wê Şêx Murşid El Xeznewî û bi navê YPG’ê Nûrî Mehmûd biaxivin.

Komcivîn wê ji du rûniştinan pêk were. Di rûniştina yekemîn de dê mijara "krîzên rejîma totalîter a navendî li Sûriyeyê û pirsgirêkên ku jê derketine" ji aliyê rêvebera Tevgera Demokratîk a Kar Majdolîn Hesen ve were birêvebirin.

Di rûniştina duyemîn de dê mijara "Sûriyeya nû: Aso û çareserî" ji aliyê rêveberên NRLS’ê Kurdyar Dirêî ve were birêvebirin.

Komcivîn wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA