Bafil Talebanî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi daxuyaniyekê êrişa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê şermezar kir û got ku pêwîst e pêşî li hewldanên zêdekirina aloziyan were girtin.

Bafil Talebanî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir
28 adar, 2026   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî têkildarî êrişa bi dronan a li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Talebanî êriş şermezar kir û got: “Kiryarên bi vî rengî nayên qebûlkirin û gefek e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê ye. Em piştgiriyê li serweriya yasayê dikin û daxwaza lêkolînek hevbeş dikin da ku êrişkar bên eşkerekirin. Em amade ne bi her awayî piştgiriya vê pêvajoyê bikin.”