Baregehên Heşda Şebî yên li Kerkûkê hatin bombebarankirin

Li nava balafirgeha Kerkûkê 2 caran baregehên hêzên Heşda Şebî hatin bombebarankirin.

Baregehên Heşda Şebî yên li Kerkûkê hatin bombebarankirin
28 adar, 2026   22:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarî de li nava balafirgeha Kerkûkê de 2 êrişên asîmanî li ser fermandariya operasyonên Dîcle yên Bakur û Rojhilat a ser bi Heşda Şebî hatin kirin. Hat gotin ku di encama êrişê de kuştî û birîndar hene.

Piştî êrişê Heşda Şeebî daxuyaniyek parve kir û da diyarkirin ku di saetên êvarî de li Kerkûkê baregeha Fermandariya Operasyonên Dîcle ya Bakur û Rojhilat a ser bi Heşda Şeebî ji aliyê balafirên Amerîka û Îsraîlê ve hat bombebarankirin.

Hat diyarkirin ku di encama êrişê de 3 çekdarên Heşda Şebî hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Li aliyê din çavkaniyek ji polîsên Kerkûkê ragihand ku du êrişên asîmanî li ser baregehên Heşda Şeebî yên li nav balafirgeha Kerkûkê de ne pêk hatiye.