Bafil Talebanî: Em qebûl nakin tu kes axa me dagir bike

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li bajarê Kerkûkê bang li xelkê Kerkûkê kir ku ji bo diyarkirina pêşeroja bajarê Kerkûkê û parêzgarê biçin dengê xwe bi kar bînin û got; “Ji ber ku hûn dengê xwe didin da ku parêzgarê bê yê bajarê xwe diyar bikin. Em ê xaka tu kesî dagir nekin, lê em qebûl nakin tu kes xaka me jî dagir bike.”

Bafil Talebanî: Em qebûl nakin tu kes axa me dagir bike
14 kanûn, 2023   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bang li xelkê Kerkûkê kir û diyar kir ku pêşeroja Kerkûkê di destê we xelkê Kerkûkê de ye, ji ber vê yekê bang xelkê Kerkûkê kir ku bi berpirsyarike nû biçin ser sindoqan û got; “Ji ber ku hûn dengê xwe didin da ku parêzgarê bê yê bajarê xwe diyar bikin. Em ê xaka tu kesî dagir nekin, lê em qebûl nakin tu kes xaka me jî dagir bike.”

Her wiha Talebanî got; “Weke Mam Celal gotiye, ‘em xaka tu kesê dagir nakin lê em qebûl nakin tu kes xaka me jî dagir bike.’ Em soz didin ku em nehêlin tu kes xiyanetê li keç û xortên bajarê me Kerkûkê bike. Em dixwazin bi her kesî re nîşan bidin ku dê di rêveberiya bê ya Kerkûkê de çawaniya desthilatdarî hebe û dawî li vê rêveberiya nedadmend bînin.”

Hilbijartinên encûmenên parêzgehan yên Iraqê wê di 18’yê Kanûnê de bên kirin, lê parêzgehan Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinan nabin.