Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin

Xelkê navçeya Şedadê cenazeyê şervan QSD′ê Ziyad El Hisên oxir kir û got şehîdan di oxira azadî û rûmeta welat de canê xwe da.

Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin
Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin
Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin
Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin
Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin
Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin
Şehîd Ziyad El Hisên li Şedadê hate veşartin
14 kanûn, 2023   16:49
HESEKÊ

Xelkê Şehdadê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Ziyad Fewazî El Hisên (Hesen) li goristana şehîdan a navçeyê veşart. Şehîd Hesen di 11′ê Kanûnê de li Dêrazorê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Xedîxe El Xidêr axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd di oxira rûmeta welat de can û ruhê xwe da."

Xedîce wiha domand: "Rojava, mîna dayik zarokên xwe hembêz dike, şehîdan hembêz dike. Ne ji wan bûya em li vir bi ewle nedijîn û tu serkeftin jî tune bû."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên û got tevahî şehîdan di oxira jiyaneke azad, rûmet û xelasiya gelan ji zulmê ruhê xwe da.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.

(fr)

ANHA