Îsraîlê deriyê Refehê vekir

Îsraîlê deriyê Refehê yê di navbera Xeza û Misrê de li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî vekir û cenazeyên 4 girtiyan jî wergirtin.

Îsraîlê deriyê Refehê vekir
15 cotmeh, 2025   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Giştî ya Îsraîlê îro ragihand ku Îsraîlê biryar daye ku deriyê Refehê yê di navbera Xeza û Misrê de veke û rê bide alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bibe. Desteyê diyar kir ku Îsraîlê piştî wergirtina cenazeyên 4 girtiyên xwe ev biryar da.

Li gorî desteyê, kêmkirina hejmara kamyonên alîkariyê yên ku dikevin Xezayê bo nîvê jî di nav de, Îsraîlê hemû qeydên ku plan kiribû li dijî Hemasê pêk bîne, betal kirine.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku Îsraîlê agahî dabû Neteweyên Yekbûyî (NY) ew ê ji roja Çarşemê ve destûrê bide ku tenê 300 kamyonên alîkariyê (nîvê hejmara li ser li hev kirine) derbasî Xezayê bibin. Her wiha ragihandinbû ku dê nehêle sotemenî an xeza derbasî Xezayê dibin, lê dê tenê pêdiviyên diyarkirin ku mirovî derbas bibin.

(bb)