Ji konferansa hevgirtinê banga xurtkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de

Nûnerên pêkhateyên Sûriyeyê yên ku di Konferansa Yekitiya Jinan de beşdar bûne diyar kir ku tevî krîzan jî jinan karîbû di hemû qadan de  qeyd û bend qetandin û got ku ji bo qonaxa heyî pêwistî bi bilindkirina asta têkoşîna jinan û xurtkirina rola wan heye.

Ji konferansa hevgirtinê banga xurtkirina rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de
20 îlon, 2025   19:44
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" tê lidarxistin. Di hemû axaftinên ku di konferansê de hatin kirin de, hate diyar kirin ku azadiya jinan bingeha azadiya civakî ye û heta ku jin beşdarî pêvajoyên biryargirtinê nebin, demokrasî nay avakirin.

Di konferansa ku ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve tê lidarxistin de, gelek axaftinên siyasî û rêxistinê hatin kirin. Jinan, daxwaza avakirina peymanek civakî ya nû ku beşdariya jinan a pêvajoyên biryargirtinê mîsoger bike kirin û diyar kirin ku ev yek tê wateya avakirina Sûriyeyek pirçandî û adilane.

SUHEYLA SENUH: JI BO DEMOKRASIYÊ PÊDIVÎ YEKÎTIYÊ HEYE

Li ser navê Konseya Jinên Sûriyeyê Suheyla Senouh axivî û got: "Ev konferans ne çalakiyek asayî ye; xalek werçerxê ye ku îspat dike jin dikarin li Sûriyeyê ji bo avakirina demokrasî û azadiyê hemû dabeşbûnan derbas bikin û li ser bingeha edalet, cihêrengî û beşdariya rasteqînde civakek avabikin.

Suheyla Senouh, diyar kir ku ji damezrandina Konseya Jinên Sûriyeyê û vir ve ji bo jinan qadeke jinan a neteweyî avakirine û di vê qadê de gelek navendên piştgirî û bihêzkirinê ava kirine. Suheyla Senouh, destnîşan kir ku jin li dijî tundî û dûrxistinê têkoşîneke rastîn a siyasî û civakî dimeşînin.

SEBAH ŞABO: BIHÊZKIRINA JINAN BINGEHA AVAKIRINA CIVAKEK BIEDALET E

Nûnera Konseya Jinê ya li Şam û Bakurê Sûriyeyê Sebah Şabo jî wiha got: "Bihêzkirina jinan ne tenê dirûşmeyek e, mijarekî bandorê li pêşeroja tevahiya civakê bike ye." Sebah Şabo, diyar kir jin bingeha civakê ne û bihêzkirina jinan wê şaristaniyek li ser bingeha edalet û wekheviyê ava bike.

Sebah Şabo, destnîşan kir jinan ji aliyê rêveberiyên heyî yên li Sûriyeyê ve tên vederkirin û da zanîn divê mafê jinan ên perwerdehî, maf û pozîsyonên wan ên di mekanîzmayên biryargirtinê de bê mîsogerkirin.

‘AZADIYA JINAN, AZADIYA HEMÛ GELAN E’

Ji Yekîtiya Jinên Êzîdî Kolî Cafo, da zanîn azadiya jinan, azadiya hemû gelan e û diyar kir ku jinên Êzîdî bi parastina çanda xwe berxwedanek mezin nîşan dane. Kola Cîfo, got ku hevgirtina bi gelê li Şengal û gelên din ên bindest re navenda têkoşîna jinan e. Kola Cîfo, diyar kir ku pêwîste jinan bêyî ferqa nasnameya etnîkî, bi hemû jinên Sûriyeyê re bibin yek.

‘GER JIN NEYÊN PERWERDEKIRIN, WÊ CIVAK LI PAŞ BIMÎNE’

Herî dawî, li ser navê xwendekarên Durzî axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate dest nîşan kirin ku jin ne tenê nîvê civakê ne, di heman demê de stûna bingehin a civakê ne û wiha hate gotin: “Ger jin neyên perwerdekirin, civak dê li paş bimîne. Bêperwerdehiyê ne tenê jinan, wê tevahiya civakê paş bixe.”

Hate diyar kirin ku divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdehiya jinan werin derbaskirin û ev yek wê rêya pêşkeftina tevahiya civakê veke.

(mh)