Awustiryayê cezaya zîndanê li jineke DAIŞ'ê da

Dadgeha Salzburgê cezaya zîndanê ya 2 salan li jineke DAIŞ'ê da. Jin di Adara borî de ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû birin.

Awustiryayê cezaya zîndanê li jineke DAIŞ'ê da
1 cotmeh, 2025   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Awustiryayê cezaya zîndanê ya 2 salan li jineke DAIŞ'ê (28) da. Jin di Adara borî de ji kampên malbatên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû birin.

Berdevka dadgeha Salzburgê ji ajansa France Press re gotibû ku wê ji salekê heta 10 salan ceza heq dikir lê belê dozgeriyê diyar kir ku tu belge û delîlên fermî tune ne.

Dadgehê diyar kir ku jin ê di bin çavdêriya derûnî de be.

Hat zanîn ku navê jinê Marya ye û di 2014'an de berê xwe da Sûriyeyê û li wir bi çeteyekî DAIŞ'ê re zewiciye û 2 zarok anîne.

Di 2019'an de Marya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat girtin û xwest zarokên xwe bişîne Awustiryayê lê ew bi xwe nexwest vegere.

Di 2024'an de ew dadgeriya Awustiryayê biryara vegerandina wê û herdu zarokên wê da û di Adara borî de hat vegerandin.

(mh)