Li Şamê avahiya Serayê rûxî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Şamê avahiya Serayê rûxî û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û hin din birîndar bûn. Heta niha jî welatî di bin kavilan de mane.

Li Şamê avahiya Serayê rûxî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
1 cotmeh, 2025   19:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Şamê ragihand ku 2 cenaze ji bin kavilên avahiya Serayê ya ku îro rûxî, hatin derxistin.

Nûçegihan diyar kir ku 11 din birîndar bûn û 5 karmend ji bin kavilan sax hatine derxistin.

(mh)