Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû

Serokkomar Tirkiyê Tayyîp Erdogan piştî axaftina xwe ya vekirina Meclîsê li odeya Dîwana Serokatiya Meclisa Tirkiyê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, MHP, Partiya ÎYÎ û Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş re civiya.

Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
1 cotmeh, 2025   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan û serokkomarê Tirkiyê piştî merasîma vekirina qanûndanîna sala nû ya Meclîsa Tirkiyê li odeya Dîwana Serokatiya Meclîsa Tirkiyê bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, endama şandeya DEM Partî ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, şandeyek MHPê û Partiya ÎYÎ û Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş re civiya.

Têkildarî hevdîtinê tu agahî  nehatin parvekirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, rojeva civînê xebatên Komîsyona ‘Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ bû.