Zêdebûna daxwaza şitilan û zehmetiyên dabînkirinê

Li bajarê Qamişloyê elaqeya bi çandiniyê re û daxwaza şitilgehan zêde bûne. Lê xwendiyên şitilgehan di peydakirina av, ceyran û bilindbûna mesrefên şitilan de zehmetiyan dikişînin.

25 tebax, 2026   02:40
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di salên dawîn de li bajarê Qamişloyê bi zêdebûna eleqeya şêniyan a bi çandiniyê re avakirina şitilgehan jî zêde bûne. Li şitilgehên Qamişloyê şitilên şênkahiyê yên ku li derve û hundir tên xwedîkirin, gul, darên mêweyan û lemên sebzeyan hene. Lê beşek mezin a şitilan ji parêzgehên Hema, Laziqiyê û Tertûsê tên.

Endazyarê çandiniyê Azad Şukrî Elî ku ji 5 salan ve xwedî  şitilgeheke li Qamişloyê ye anî ziman di şitilgeha wî de cureyên cuda yên şitilan hene, lê şênî bêtir gulên rengîn û yên hilmê û şitilên ji bo xemilandina hundiran dixwazin. Cotkar jî şitilên darên mêwe, zeytûn û fisteqên helebî dixwazin.

LÊNERÎNEKE DOMDAR Û ZEHMETIYÊN ROJANE

Pêdiviya şitilan a rojane bi avdanê û reşandina semadê heye. Di havînê de divê ji germa zêde werin parastin û di zivistanê de jî pêdiviya wan germkirinê hene. Lê xwediyê şitilgehan di dabînkirina kehrebe û avê de zehmetiyan dikşînin.

jî Azad Elî Şukrî anî ziman ku ew ji bo dabînkirina avê neçar maye bîrekê bikole.

Bilindbûna buhayê mazotê dihêle ku lêçûna anîna şitilan ji parêzgehên din giran be. Ev jî dibe sedema ku gihandina şitilan dereng dimîne û caranan jî ne saxlem dighêje destê xwediyê şitilgehan.

Xwediyên şitilgehan ji bo ku zêde şitilan ji derveyî herêmê neyînin û ji bo zêdekirina berhemdanê tovan diçînin û li zeviyên xwe yên li gundan wan dikin şitil.

BUHAYÊN WÊ LI GORÎ CURE Û MEZINBÛNA WÊ YE

Buhayê şitilan li gorî cure, mezinbûn û biçûkbûna wan e. Buhayê şitilên gulan di navbera 5-100 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye, darên mêweyan jî li gorî cure û temenê wê  di navbera 30-300 hezar lîreyî de ye.

Buhayê darên zêytûnê yên ku ji Efrîn tên ji yê ku ji derve tên erzantir in, yên derve bi navê “Erbîkana” Spanî, “Kornakî” Yûnanî û “Cemlîk” a Tirkî ne.

Azad Şukrî destnîşan kir ku zêdebûna şitilgehan û bejahiyên şînahiyê dihêle ku jîngeha herêmê baş bibe, mal û derdor xweşik bibin. Şukrî daxwaz kir ku divê çanda çandiniya li malan û derdorê zêde bibe.

(sb)

ANHA