Geraca Qamişloyê ya nû hat vekirin..aliyên wê yên erênî û neyînî

Piştî nêzî salekê ji amadekariyan, bi armanca birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê, kêmkirina asta qelebalixê li bajêr, geraca Qamişloyê ya nû li ser rêya Hîzama Rojhilat a li nêzî taxa Cirink hat vekirin. Ajokaran têbîniyên xwe yên têkildarî makanîzmeya tevgerê û nasandina cihê geracê yê nû vegotin.

Geraca Qamişloyê ya nû hat vekirin..aliyên wê yên erênî û neyînî
Geraca Qamişloyê ya nû hat vekirin..aliyên wê yên erênî û neyînî
Geraca Qamişloyê ya nû hat vekirin..aliyên wê yên erênî û neyînî
Geraca Qamişloyê ya nû hat vekirin..aliyên wê yên erênî û neyînî
Geraca Qamişloyê ya nû hat vekirin..aliyên wê yên erênî û neyînî
26 tebax, 2026   13:24
QAMIŞLO

Geraca Otubîsan a Qamişloyê ya nû, piştî ku ji cihê xwe yê berê li herêma Sînaa hat veguhestin, îro li cihê xwe yê nû li ser rêya Hîzama rojhilatê bajêr a nêzî taxa Cirinkê, dest bi pêşwazîkirina taxsiyan kir û dest bi rêxistinkirina tevgera çûn û hatina şêniyan yên ji bo çûn û hatina di navbera bajarê Qamişlo û bajarên din ên Parêzgeha Hesekê kir. 

Vekirina geraca nû di çarçoveya birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê, kêmkirina qelebalixa di nava bajar de pêk hat. Ajansa me vekirina geracê şopand, ji bo naskirina rewşa xebatê, aliyê erênî û neyînî yê veguhestina geracê hevdîtin bi hejmarek ajokaran û Endamê Gerînendeya Veguhestinê ya li bajêr re kir.

Ajokarê xeta Dêrik-Qamişlo yê bi navê Hacim Metorî diyar kir ku cihê geracê yê nû baş e, lê heta ku şênî û ajokar fêrî cihê nû bibin, bikaranîna wê bi awayeke baş bi hacetî çend rojên din e.

Metorî daxwaz ji Şaredariya Gel kir ku ji bo danesandina cihê nû ji bo şêniyan û birêxistinkirina tevgera taxsiyan, li nêzî çerxerêya nêzî geracê dewriyekê deynin.

Ajokarê heman xetê Miqdad Bedro jî da zanîn ku dê gerac aloziya qelebalixa di nava bajar de çareser bike, di heman demê de piraniya şêniyan heta niha cihê nû yê geracê nas nakin.

Bedro diyar kir ku vekirina geracê gaveke baş e, divê tevgera ajokaran bê birêxistinkirin.

Ajokarê bi navê Minêf Hisên Berdê daxwaza dabînkirina mazotê û bi awayeke baştir birêxistinkirina ajokaran kir. Berdê destnîşan kir ku bejahiya geracê mezin e, di roja yekemîn a vekirina geracê de tevgera çûn û hatinê lawaz bû.

Endamê Gerînendetiya Veguhestinê li Bajarê Qamişlo Osman Umer da zanîn ku wan beriya nêzî salekê dest bi çêkirina geracê kir, lê ji ber bûyerên herî dawî li herêmê xebatê wan hat rawestandin, piştre xebatê xwe domandin û gerac amade kirin.

Umer diyar kir ku geraca nû xizmetê pêşkêşî xetên Hesekê, Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê, Rimêlan, Til Koçer û Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî dike. Nêzî 500 ajokar di vê geracê de dixebitin.

Der barê zehmetiyên ku rastî xebitandina li geraca nû tê, Umer da zanîn ku şênî cihê nû yê geracê nas nakin, di rojên yekemîn ên vekirina geracê de ajokaran gazinc kirin.

Umer destnîşan kir  ku di rêya hatina geracê de hinek pirsgirêk hene. Daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku wê rêyê tamîr bike.

Girêdayî mijara geraca otubîsan jî Umer da zanîn ku di demeke kurt de wê ew ê jî, piştî temamkirina xebatên avakirinê bê veguhestin. Cihê wê jî nêzî geraca nû ya Qamişloyê ye.

Cihê taxsiyan yên li ser xeta Geracê dixebitin jî hat veguhestin, ew niha li ser xeta geracê ya nû dixebitin.

(sb)

ANHA