Li herêma Cizîrê nêzî 13 milyon lître mazot ji bo dabînkirina pêdiviyan tê dayîn

Miqdara giştî ya para mazotê li bajar û bajarokên herêma Cizîrê mehane digihêje 12 milyon û 937 hezar û 798 lîtreyan. Ev mazot ji bo jeneratoran, firin, aş, avê û kamyonên veguhastinê tê dayîn.

Li herêma Cizîrê nêzî 13 milyon lître mazot ji bo dabînkirina pêdiviyan tê dayîn
11 tebax, 2026   03:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Ji bo xebitandina jeneratoran, dabînkirina avê û pêxistina firinan, mazot madeyeke sereke ye. Ev agahî di bîlançoya sektora xizmetguzarî de tê piştrastkirin û li her bajar û bajarokekî pêwîstiya bi mazotê ji hev cuda ye.

HEZAR Û 521 JENERATOR

Li Hesekê 575 jenerator, li Qamişloyê 501, li Dirbêsiyê 77, li Til Birakê 77, li Amûdê 70, li Çilaxayê 52, li Dêrikê 82, li Girkê Legê 28, li Zirganê 19, li Serêkaniyê 19, li Til Temirê 16 û li Koçeratê 6 jenerator hene. Hejmara giştî ya jeneratorên ku para xwe ya mazotê digirin hezar û 521 e.

Ev jenerator mehane bi hacetî derdora 11 milyon û 789 hezar û 478 lître mazotê ne.

Hejmara çavkanî û bîrên avê 216 e, miqdara mazotê ya ku jê re pêwîst dike mehane derdora 489 hezar û 320 lître ye. Ji bo wê mehane 14 tanker tên amadekirin.

Hejmara tankerên ku avê vediguhêzin jî dighêje 266’an, mehane jî ji bo wan derdora 441 hezar lître mazot tê dayîn.

PARA MAZOTÊ JI BO FIRINAN JÎ TÊ DAYÎN

Para mazota ji bo 7 firinan tê dayîn, mehane derdora 218 hezar lître ye, ji bo wê mehane 6 tanker tên amadekirin.

Bikaranîna mazotê ne tenê ji bo pêxistina jeneratoran, her wiha ji bo dabînkirina avê, firin û veguhastina avê jî tê bikaranîn. Ev sektorên navborî bi awayekî yekser pêdiviyên rojane yên şêniyan dabîn dikin.

Li gorî bîlançoyan berê ji bo dabînkirina pêdiviyan 451 sehrîc dihatin dayîn, lê niha para her bajarekî rojane derdora 20 tankeran daketiye.

(sb)

ANHA