Li Qamişloyê dengê 2 teqînên xurt hat bihîstin

Hat diyarkirin ku li bajarê Qamişloyê dengê 2 teqînên xurt hat bihîstin. Şahidan da zanîn ku dengê teqînan ji aliyê rojhilatê bajêr ve hat bihîstin.

Li Qamişloyê dengê 2 teqînên xurt hat bihîstin
21 ÇILE, 2026   00:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend kêliyan li bajarê Qamişloyê dengê 2 teqînên xurt hat bihîstin. Şahidan da zanîn ku deng ji aliyê rojhilatê bajêr ve hat bihîstin. Şêniyan jî got îhtîmal e deng ji ber êrişa dronên xwekuj be. Lê hîna ev yek nehatiye diyarkirin.

Tu daxuyaniyên fermî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn an jî aliyên eleqedar der barê vê bûyerê de nehatine dayîn.

Wê hûrgiliyên dema ji çavkaniyên fermî hatin wergirtin werin parvekirin.

(fr)