Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Dihokê bombebaran dike

Artêşa Tirk a dagirker dîsa gundewarê parêzgeha Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.

Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Dihokê bombebaran dike
4 adar, 2025   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Roj Newsê ku xwe spart çavkaniyeke xwecihî da zanîn ku helîkopterên artêşa Tirk a dagirker gundê Guherzê yê Amêdiyê yê Dihokê bombebaran kir. Der barê encamên bombebaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Ji sibeha îro ve ev cara 3’yemîn e ku ev gund tê bombebarankirin.

Tevî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û ragihandina agirbestê ji aliyê Hêzêb Parastina Gel (HPG) ve, dîsa jî artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne.

Der barê wê de, Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek li ser domandina êrişên li dijî wan tevî ragihandina agirbestê, da.

(mh)