ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 3 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5 - 3 - 2025
5 adar, 2025   02:00

Nivîskar û rojnamegerê iraqî Şemxî Cebir banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku banga wî dê ji bo aştiyê bandorê li herêmê tevahî bike û divê dewleta Tirk jî bersivê bide.

Roja Jinan a Cîhanê boneyeke cîhanî ya xelatkirina destkeftiyên jinan di hemû qadan de ye. Di vê rojê de jî bal li ser mafên jinan û têkoşîna wan a li dijî zayendperestî, tundî û paşguhkirinê tê kişandin. DOSYA

Berxwedêrên li bendava Tişrînê destnîşan kir ku ruxmî bangewaziya dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin û diyar kir ku ji bo aştî û demokrasiya herêmê divê dewleta Tirk a dagirker yekser êrişên xwe rawestîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka Giştî ya Dem Partiyê Tulay Hatîmogullari bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, peyamek ji jinên Rojhilata Navîn û Sûriyê re şand û got: “Divê jinên Ereb, Kurd, Fars û Ermen li hev bicivin û têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Tebqayê destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navîn derfeteke dîrokî ye û divê dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne. Şêniyan got eger dewleta Tirk bi rastî dixwaze aştiyê pêk bîne divê Rêber Abdullah Ocalan ji Îmraliyê derxe. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê yên bi dirûşma "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve" de, Kongra Star 2 civînên girseyî li bajarê Şedadê û navçeya Mergede yên kantona Cizîrê li dar dixe. Her wiha şevbuhêrkeke helbestan li Navenda Çand û Hunerê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 8'ê Adarê Desteya Jinan a kantona Firatê komxebateke diyalogê li parka Ronî War a bajarê Kobanê li dar dixe (11:00). Bi heman boneyê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê şahiyekê li yarîgeha bajarê Tebqayê li dar dixe (10:00). Kongra Star a bajarê Dêrikê semînerekê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle dide (11:00). Li bajarê Qamişlo Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê paneleke diyalogê li kafêya Nêrgiz li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

PYD'ê civînên girseyî yên cuda li bajarên Rimêlan, Til Hemîs, Tirbespiyê, Til Temir û bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê li dar dixe û naveroka banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan şîrove bike û bi şêniyan re nîqaş bike (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN