Artêşa Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê bombebaran kir

Balafirên artêşa Tirk a dagirker gelek dever li herêma Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker Başûrê Kurdistanê bombebaran kir
30 gulan, 2024   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Roj News'ê balafirên artêşa Tirk a dagirker herêmên Metîna, çiyayê Garê yên herêma Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku Roj News'ê bi dest xistine, dora gundê Sergêlî yê Nihêlê li lûtkeya çiyayê Metîna û lûtkeyên çiyayê Garê hatine bombebarankirin.

Der barê zirarê bombebaranê de tu agahî nehtin bidestxistin.

(mh)