Malbatên şehîdan: Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî re temam dibe

Malbatên şehîdan ên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarên desthilatên Tirk ên bi navê ˊCezayên Dîsplînêˊ yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got bê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya wan temam nabe. 

Malbatên şehîdan: Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî re temam dibe
31 gulan, 2024   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bawer dikin ku rêya azadiyê bê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne pêkan e û biryarên dawîn ên desthilatên Tirkiyeyê şermezar kirin. Pêkhate daketin qadan û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Der barê mijarê de dayika şehîd Mîtan Cûdî, Hediye Mihemed axivî û got: "Em tecrîda dermirovî ya li dijî Rêberê me Abdullah Ocalan qebûl nakin, her wiha sûcên di şexsê wî de li dijî me tên bikaranîn red dikin."

Hediye wiha domand: "Hûn çi bikin hûn nikarin me ji Rêberê me qut bikin û em ê heta dawiyê şopdarên fikrên wî bin."

Hediya bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe rabin û cezayên ketober ên desthilat Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Li aliyekî din jî dayika şehîd Botan Herekol, Menîfe Sarî axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan di rewşên zehmet ên girtîgehê de ji bo me tê dikoşe û li ber xwe dide. Tiştê li dijî wî li girtîgehê pêk tê bi armanca wî ji me bi dûr bixin. Lê ne pêkan e em ji wî dûr bikevin. Ji ber ku me ji bo biserxistina fikir û felsefeya wî ku bi azadî û rûmet bijîn, ewladên xwe dan."

Menîfe soza da ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên têkoşînê bin û bi fikrên wî û fedakariya şehîdan ve girêdayî bin.

Her wiha apê şehîd Emîr Sefo û Xebat Sefo, Salih Sefo sûcên desthilatên Tirk ên ferzkirina tecrîda mutleq li dijî Rêber Abdullah Ocalan û dirêjkirina wê bi awayekî dorveger şermezar kirin û bi kiryarên derexlaqî û dûrî rêgezên mirovî û mafên mirovan bi nav kirin.

Salih Sefo wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê li ser soza xwe bin ku me daye Rêber Abdullah Ocalan. Em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin."

(fr)

ANHA