ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li Qamişlo bi gel re civiya

Namzetên ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ di şahiyê de bi gel re civiya.

30 gulan, 2024   20:42
QAMIŞLO

Di çarçoveya propagandaya hilbijartinên 11'ê Hezîranê de ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ îro li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de her du namzetên hevseroketiya Şaredariya bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh ji bo danasînê bi gel re civiyan.

Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh di civînê de axivîn. Bêrîvan Omer diyar kir ku ew dixwazin bi komîn û meclîsan re tev bigerin da ku nêrînên gel esas bigrin. Her wiha Bêrîvan Omer bal kişand ser rewşa kesên temenmezin, zarok û astengdaran û da zanîn ku ji bo jiyaneke bi tendurûst, projeyên wan hene.

Stêfo Îşûh jî di axaftina xwe de qala girîngiya hilbijartinên şaredariyan kir û gotinên xwe wiha domand: “Em bi hêvî ne, gelê me bi rêya komînan dengê xwe bighînê me.”

Piştî ku her du namzet hatin danasîn, şahî dest pê kir.

Di şahiyê de broşûra bernameya ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ hat belavkirin û beşdaran tevî namzetan govend gerand.

(bm)

ANHA