Artêşa Îsraîl:  Li Xezayê efserek û 4 leşker hatin kuştin

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku di çalakiyên Cebalya ya Xezayê de efserekî wê û li bakurê Xezayê 4 leşkerên wê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîl:  Li Xezayê efserek û 4 leşker hatin kuştin
9 îlon, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku efserekî wan di êrişên li Ceblaya ya li Şerîda Xezayê de û 4 leşker jî li bakurê bajarê Xezayê, hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 çekdar nêzî tangê bûn, bombe avêtin pencereya wê ya vekirî. Di encamê de leşkerên di tangê de bûn hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku leşkerên wan di amadebaşiyê de bûn û li herêmê êrişên paqijkirinê dabûn destpêkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li taxa Şêx Ridwan a li destpêka Xezayê leşkerekî din di dema gulebarana navbera wan û çekdaran de ji lingê xwe birîndar bû û di heman êrişê de 2 çekdarên êriş pêkanîn, birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li wê herêmê didomîne.

Li aliyê din heta niha Tevgera Hemas der barê mijarê de tiştek negotiye. Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha çend caran êriş li dijî tangên Îsraîlê pêk hatine, Ketaib El Qesam (Hêza leşkerî ya Hemasê) êriş girtin ser xwe û dîmenên êrişan jî parve kirin.

Artêşa Îsraîlê giraniya çalakiyên xwe daye bakurê Xezayê. Ev çend roj e avahiyên bilind ên niştecihbûnê bombebaran dike. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hemas wan avahiyan wekî jêrzemîna tevgera xwe bikar tîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku hêzên wan 50 avahiyên bilind di nava 2 rojan de hilweşandine. Ev êriş wekî destpêka êrişên bejahî yên di bajarê Xeza de bi nav kir.

(dc)