Bi daxwaza Sûriyeyek demokratîk wê mitîng werin lidarxistin

Gelê kantona Cizîrê bi armanca diyarkirina nêrîna xwe ya ji bo siberoja Sûriyeyê û pêkanîna pergala nenavendî ku pirrengî û edaletê misoger dike mîtîngên girseyî li dar dixe.

Bi daxwaza Sûriyeyek demokratîk wê mitîng werin lidarxistin
9 îlon, 2025   09:34
QAMIŞLO

Xelkê kantona Cizîrê amadekariyên dike ku wê (17ˊê Îlona 2025ˊan) li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê mîtîngên girseyî yên navendî li dar bixe. Ev mîtîng bi armanca derbirîna nêrîna xwe ya ji bo siberoja Sûriyeyê, avakirina pergalek nenavendî ku daxwazeke cewherî ya jêneveger tê lidarxistin.

Wê girseya ji pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb û Suryan tev li mîtîngan bibin. Ev jî nîşana pirrengiya civakî û lihevkirina gelan e, ku modela birêvebirina demokratîk bicîh dike; modela ku edalet û wekheviyê di nav gelan de misoger dike.

Hevserokê Meclisa Bajarê Qamişloyê Izedîn Gedo li ser mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ev mîtîng helwesta şêniyan li hember Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nîşan didin û got: "Me bi hezaran şehîd di oxira rizgarkirina ji desthilata navendî ya Baasˊê de dan. Daxwaza me ya îro hikumeteke demokratîk a li ser bingeha wekhevî û biratiya gelan e."

Gedo destnîşan kir ku derketina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo derbirîna nêrîna xwe ya siyasî pir girîng e û anî ziman ku: "Modelên federaliyê yên ku dewletên pêşketî pejirandine, nexasim li Ewropa, îsbat kir ku ew ne şêweykî parçekirinê ye, lê modeleke şaristanî ya birêvebirina aqilane ye."

Izedîn Gedo bang li xelkê herêmê bi hemû mezheban kir ku bi awayekî aktîf tev li van mîtîngan bibin, da ku dengê we bigihînin Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê, dewletên Ereb û Ewropa û Neteweyên Yekbûyî (NY). Izedîn Gedo diyar kir ku Sûriyeyî hêvî û daxwaz dikin ku siberojeke demokratîk, pirrengî ya nenavendî pêk bê û rûpela desthilata dîktatorî were girtin û qonaxeke nû ya edalet û rûmeta neteweyî were avakirin.

(fr)

ANHA