Artêşa Îsraîlê: Me moşeka ji Yemenê hatiye avêtin xist xwarê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku piştî êrişa wê li ser bendara Hudeyda, bi demeke kurt, wê moşekeke ji Yemenê hatiya avêtin, xiste xwarê.

Artêşa Îsraîlê: Me moşeka ji Yemenê hatiye avêtin xist xwarê
16 îlon, 2025   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê moşeka ji Yemenê hatiye avêtin xistiye xwarê. 

Di daxuyaniyeke leşkerî ya Îsraîlê de hate gotin: “Li gelek herêmên Îsraîlê sîrenên hişyariyê lê dan.”

Artêşa Îsraîlê bi 20 êrişên hewayî bendera Hudeyda ya di bin kontrola Hûsiyan de bombebarankiribû.  Beriya bombebaranê, Îsraîlê hişyariyeke lezgîn dabû ku benderê û keştiyên tê de bi lez vala bikin.

(şx)