Li Ezazê di navbera malbatekê û hêzên ewlekariyê de hişyariya ewlehiyê

Li bajarê Ezazê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, piştî ku ciwanek ji aliyê dagirkeran ve hat  girtin, di navbera malbata wî ciwanî û dagirkeran de rageşiya ewlehiyê derket.

Li Ezazê di navbera malbatekê û hêzên ewlekariyê de hişyariya ewlehiyê
16 îlon, 2025   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarê Ezazê yê rojhilatê Helebê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, "Hêzên Ewlekariyê Giştî" îro ji  malbata El Hemûş ciwanek girt.

SOHR’ê diyar kir ku piştî girtina wî ciwanî, malbata wî gef li "Hêzên Ewlekariya Giştî" xwarin ku dê êrişî baregeha wan bikin.

SOHR’ê ragihand ku  çekdarên ji malbatê gule reşandin û her du alî seferber bûn.

Hate diyarkirin ku endamên malbata El Hemûş çekên navîn û RPG amade kirin da ku êriş baregeha ’’Ewlekariya Giştî’’ bikin. Malbatê  her wiha gef xwarin ku eger girtiyê wan neyê berdan, dê hêzên "Ewlekriya Giştî" ji bajêr derxin.

Li gorî SOHR’ê hêzên "Ewlekariya Giştî" hêzên leşkerî ji Helebê anîne Ezazê.

(ac/şx)

ANHA