Festîvala Govendê didome; Rengîniya çandan li pêş e

Di roja duyemîn a Festîvala Govendên Gelêrî de komên Kurd (Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Rimêlan), Ereb (Til Temir) û Ermen çanda xwe ya bi hezarên salan li ser dikê li pêşberî haziran pêşan dan. Sibe roja dawî ya festîvalê ye.

16 îlon, 2025   21:06
QAMIŞLO

7`emîn Festîvala Govendên Gelerî ya Şehîd Ronahî Bawer ku duh (15`ê Îlonê) bi beşdarbûna 23 komên govendê yên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Ermen, Çerkez ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê dest pê kiribû, îro di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Bi sedan şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mêvanên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, hezkiriyên hunerê li Parka Azadî cihê ku lê festîval tê li dar xistin, hazir bûn.

Di çarçoveya bernameya îro de komên; Koma Kevnşopî (Dêrik), Koma Xelat (Qamişlo), Koma Rubûh El-Cezîra (Til Temir), Koma Ronak (Amûdê), Koma Artasax ya Ermenî (Hesekê), Koma Stiyên Xweristî (pargîn), Koma Şehîd Çekdar (Rimêlan), Koma Şehîd Rêwan (Tirbespiyê), Koma Gulan Zelal (Rimêlan) û Koma Şehîd Mizgîn (Amûdê) govendên xwe pêşkêş kirin.

JI ROJHILAT PEYAM

Di festîvalê de ji Rojhilatê Kurdistanê koma govendê ya ku hewl da beşdarî festîvalê bibe û nebû, peyam şand. Di peyamê de festîval li gelê herêmê hate pîrozkirin û kesên ku beşdar bûne silav kir. Di peyamê de hate destnîşankirin ku ew vê salê nikarîbûn tevlî bibin, lê daxwazên wan ên tevlîbûnê ji bo salên bê yên festîvalê hene.

BERNAMEYA SIBE

Sibe (17`ê Îlonê) roja dawî ya festîvalê ye, koma Şehîd Qereçox (Herêma Koçera), Koma Cirniye (Tebqa), Koma Şehîd Tolhildan (Hesekê), Koma Hunerên Gelêrî (Reqa), Koma Şehîd Welat (Qamişlo) û Koma Yarsosa ya Suryanî dê govendên xwe pêşan bidin.

Festîval ji hêla Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin.

(sb/şx)

ANHA