Artêşa Îsraîlê li Humsê du baregehên leşkerî bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li Humsê du baregehên leşkerî kiriye hedef.

Artêşa Îsraîlê li Humsê du baregehên leşkerî bombebaran kirin
25 adar, 2025   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê vê sibehê, ragihand ku wê li gundewarê bajarê Humisê du baregehên leşkerî bombebaran kir.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ku li ser ’Telegram’ weşandiye ev agahî parve kir "Beriya çend kêliyan artêşa parastina Îsraîlê li bargehên leşkerî yên Tedmur û T4 tesîsên leşkerî yên mayî bombebaran kiriye."

Hefteya borî jî balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Hewş Seyd Elî ya li gundewarê Humsê ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pira Mixêbir bombebaran kiribû.

(bb)