5 fedayiyên Helebê

Şoreşger Arjîn Mihmed Elî (Berfîn Çem), Sarî El Hemed (Şervan Tebqa), Taha Elî El Hisên (Baran Amûdê), Idrîs Erneb (Diyar Efrîn) û Luey Şêx (Qurşin Mansura) li hemberî êrişên çeteyên dagirker bûn fedaiyên Helebê.

5 fedayiyên Helebê
25 adar, 2025   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN
BAZ MORDEM

Ji 27’ê Mijdara 2024’an ve li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Di destpêkê de komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişî bajarê dîrokî Helebê kir. Rejîma Baasê li hemberî êrişan bê bertek ma û bajar bi destê wan de berda. Di gava destpêkê de ku hemû kes di nava şaşwaziyeke mezin de bûn û nedizanîn çi diqewime, şervanan rê nedan van koman.

Di nava vê gengeşeyê de şervanên QSD, YPG û YPJ’ê çeper girtin û li hemberî çeteyên ji bo talan û wêrankirinê ketine nava bajêr, şer kirin. Çeteyên bi kirinên xwe yên dermirovî tirs di nava civakê de avakirî ji bajarê Helebê dest pê kiribûn, dixwestin demek beriya demekê hemû bajêr bigirin. Ger bajarê Helebê bigirin wê deriyê dagirkirina giştî Sûriyeyê li wan vebe û bi rehetî bi ser hemû bajaran de biçin. Dema bi wê serxweşiya serketinê ber bi taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve hatin, li berxwedana şervanan qelibîn û di wê de asê man. Ew ji berxwedana destanî ya Kobanê ve şervanên vê herêmê nas dikin, ji ber wê paşpaşkî reviyan û xwe ji wan taxan dûr girtin.

Ji nava şervanên canê xwe di berdêla parastina gelê xwe de feda kirine 5 fedayiyên di eniya minteqeya Safurê de çeper girtin û rê nedan çeteyên talankar. Her 5 şervanên doza gelê xwe, bi fedaiyane şer kirin û gihaştin mertebeya bêmiriniyê.

Ji nava wan her pênc fedaiyan Şervan Tebqa, ji Tûgaya Şehîd Çavreş û Baran Amûdê jî ji nava yekîneyên komandos ên bajarê Hesekê berê xwe dan eniya pêş a bajarê Helebê. Diyar Efrîn jî wek gelek ciwanên bajarê xwe Efrîna dagirkirî ji bo rê li pêşiya dagirkeriyek dinê bigire, ji nava yekîneyên komondos ên Helebê cihê xwe di yekîneyên parastina taxan de girt.

Ji wan şervanên fedayî yên xwe di ber parastina taxên Helebê de kirin mertal û rê nedan celadan ku tarîtiya xwe li ser tevahiya bajêr danin, di serî de jina ciwan a xwe di rêgeza parastina welat de kilîdkirî Berfîn Çem tê.

Arjîn Mihemed Elî bi nasnav Berfîn Çem li bajarê Keleha Berxwedanê Kobanê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Berfîn di nava malbateke welatparêz de bi çanda kurdperweriya bi bereketa li derdora çemê Firatê mezin bûye. Li bajarê xwe yê ku ji hemû cîhanê re bûye sembola berxwedanê; Kobanê di temenê biçûk de şahidî ji kêliyên şer û berxwedanê re kiriye. Ew rastiya ku bi çavê xwe didît pêşeroja wê diyar dikir û ev yek şêwe dide xeyalên wê.

Bi wê xeyala bûyîna şervanek wêrek a tola hemû xeyalên zarokên li kolanên bajarê wê ji ber dengê çekan nedikarî bilîzin rake, tev li nava refên YPJ`ê dibe. Di demeke kin de xwe li ser bingeha hunera şer û artêşbûna jinan perwerde kir û bû şervaneke jêhatî ya pêşengiyê ji parastina welat re dike.

Hevrê Berfîn di nava hevalên xwe de bi dilnizmî û rûgeşiya xwe dihate nasîn. Bi biryardariya ku li hemberî hemû şertên zor xwe amade kirî, di kêliyên herî zor de jî moral dida hevalên xwe. Bi vê dilmeziniya xwe ya bi hêz, xwe bi hemû hevalên xwe da hezkirin. Di kêliya herî dawî de jî dema ji balkona jor a avahiyek a taxa Bîstan Başa ya Helebê berê çeka xwe dayî ser çeteyan, di kêliya despêkê de heft çete da erdê.

Ew bi çar hevalên xwe ve di avahiyek a balkonên wê vekirî de bi cih dibin, 3 heval li qata jêrê, heval Berfîn û hevalek dinê jî diçin qata duyemîn, li ser balkonê şer dikin. Dema şer giran dibe êdî çete heta nêzî avahiyê tên lê hevala Berfîn bi cesareta xwe ya mezin hêzê dide hevalên derdora xwe.

Welatiyên ji nava taxê di ber şibakeyên paceyên xwe de li wê helwesta wan a milîtaniya fedayî dinêrîn, ji wê cesareta wê ya mezin hêz digirtin û heyran dimînin ku jinek ciwan bi tena serê xwe dikare çi qasî bi hêza artêşekê re şer bike û tirsê têxe nava dilê çeteyan. Bi vê wêrekiya xwe û îdiaya serxistinê şopeke bibandor di binhişîna welatiyên taxê û hevalên xwe de hişt. Wê di oxira welat û jiyana azad de xwe bêyî dudilî feda kir û navê xwe di rûpelên zêrîn ê dîroka gelê xwe de mayînde nivîsand.

Şervan, Diyar û Baran bi hev re di heman tîmê de cihê xwe digirin û mil didin milê hev di parêzvaniya taxê de texsîr nakin. Ji bo çete negihêjin taxên Kurdan, ew di avahiyek a minteqeya Safurê de xwe li berxwedanê asê dikin û pêşî li êrişên çeteyan digirin. Li gorî agahiyên welatiyên taxê dayî her sê heval bi cesaretekî mezin ser çeteyan de çûn û cenazeyên 35 çeteyan li kolanê hiştin. Bi wê cesareta mezin tirs xistin nava çeteyan û qidûmê wan şikandin. Ew qas ji xwe bawer bi ser çeteyan de diçûn weke ku ne tenê sê heval, artêşek li hemberî wan şer dike. Dawiyê çete wan digirin çemberê. Li gel dorpêça heyî her diçû teng dibû jî her sê heval devan ji mezinkirina berxwedanê bernadin. Dawiyê cephaneyên wan diqede û di dorpêçê de dimînin. Her sê heval xwe dikin yek dil û rih, bombeya xwe ya dawiyê bi xwe de diteqînin û bi wî awayî tev li nava pakrewanên welatê xwe dibin.

Îbrahîm Al Şêx bi nasnav Qorşin Mansura jî di heman pêvajoyê de ji nava yekîneyên komandos ên Tebqayê derbasî nava yekîneyên berxwedana Helebê dibe. Di dema zêdebûna êrişan de li hemberî çeteyan xwe dike bend û bi fedayî heta nefesa xwe ya dawiyê şer dike. Ew li Tebqayê hatiye dinê û li wî bajarê bi Firatê re li hev hatiye û di ber peravên avê de cihê xwe girtiye û mezin bûye. Di dema tevlêbûna nava hêzên komandosê de jî her li Tebqayê bûye û parastina bajarê xwe yê ku yek ji bedewtirîn bajarê Sûriyeyê ye dike. Ne tenê ew, sê birayên wî jî di nava yekîneyên QSD’ê de parêzvaniya welat dikin. Bi mebesta parastina bajarê Helebê ji eniya parastina bajarê xwe Tebqayê derbasî qada Helebê dibe. Di berxwedana parastina taxa Şêxmeqsûd de li hemberî êrişên çeteyan bi fedayî şer dike û heta guleya xwe ya dawî rê nade derbasbûna çeteyan. Dema guleyên wî diqede weke her sê hevalên xwe ew jî guleya dawiyê li xwe dixe ku nekeve destê çeteyan û bi wî awayî ber bi bêmiriniyê ve diçe.

Ev her pênc heval weke fedayiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hemberî çeteyan bi cesaretek mezin şer kirin. Welatiyê taxê bi xwe jî şahidî ji wêrekiya wan şervanên Rêber Apo yên bi rihê fedayî heta nefesa xwe ya dawiyê parastina her du taxan kirin û di wê oxirê de gihiştin mertebeya bêmiriniyê.

ANHA