Êrişên DYA’yê yên li dijî Hûsiyan dewam dikin

Medyayên ser bi Hûsiyan ve ragihand ku şevê din li dijî parêzgeha Saida ya bakurê Yemenê êriş hatine kirin.

Êrişên DYA’yê yên li dijî Hûsiyan dewam dikin
25 adar, 2025   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Amerîkayê yên li dijî Hûsiyên li Yemenê berdewam dikin.

Medyayên li ser bi Hûsiyan ve aşkera kirin ku hêzên Amerîkayê di saetên şevê de 8 caran êrişê derdora bajarê Saide yê bakurê Yemenê kirine.

Hate diyarkirin ku êriş li dijî herêma Sebir a navçeya Ketaf a li Saidayê hatiye kirine û di encamê de hin kes birîndar bûne.

Şahidan ji AFP’ê ra diyar kirin ku li deverên cuda yên Saidayê dengên teqînên mezin bihîstine û dane zanîn ku liv û tevgera balafiran jî li ser herêmê hîna dewam dikin.

Hûsiyan ragihandin hejmara kuştiyên êrişên DYA’yê yên şeva yekşemê yên li ser Senayê de bû 2.

Ji 15’ê Adarê ve DYA’yê êrişî Hûsiyan dikin. Hûsî jî îdia kirin ku wan gelek caran li Deraya Sor barhilgirên balafirên DYA’yê kirine hedef.

Serokê DYA’yê Donald Trump roja Çarşema borî gotibû dê dawiya Hûsyan bîne û hişyarî dabû Tehranê ku destekê nede wan.

(bb)