Artêşa Îsraîlê ketina nav başûrê Lubnanê didomîne

Artêşa Îsraîlê gihîşt bajarokê El Xeyam ê başûrê Lubnanê. Ew jî xala herî kûr a di nav xaka Lubnanê de ye ku artêşa Îsraîlê ji destpêka şerê xwe ve gihîştiye wê. Artêşa Îsraîlê agahî da şêniyên 16 bajarokan ku malên xwe vala bikin.

Artêşa Îsraîlê ketina nav başûrê Lubnanê didomîne
29 cotmeh, 2024   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Niştîmanî ya Lubnanê ragihand ku tankên artêşa Lubnanê gihîşt girekî li rojhilatê bajarokê El Xeyam ê başûrê Lubnanê.

Ajansê diyar kir ku piştî Hizbullah ragihand ku wê kombûneke leşkerên Îsraîlê bi moşekan hedef girtin, artêşa Îsraîlê derbasî rojhilatê bajarok bû.

Girêdayî wê, artêşa Îsraîlê agahî da şêniyên 16 bajarokên li başûrê Lubnanê ku malên xwe vala bikin, ji gundên xwe derkevin û ber bi çemê Ewelî ve herin.

(mh)