‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’

Şêniyên kantona Firatê bi meş û daxuyaniyan êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got “Em ê li hember êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
‘Em ê li hemberî êrişên dagirkeriyê têkoşîna xwe xurttir bikin’
29 cotmeh, 2024   16:20
KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meş û daxuyaniyan şermezar kirin.

Li Sirînê ji Qada Şehîdan meşekê dest pê kir û heta têketina bajêr dewam kir. Li wir hevserokê meclisa bajarokê Qadiriyê Basil Ebdullah êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Basil Ebdullah got: “Dewleta Tirk a dagirker cihên xuzmetguzariyê, aborî û hemû deveran dike hedef, ji ber vê yekê em ê her tim li ser pêyan bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Wê helwesta me li hember êrişên dewleta Tirk xurt be, em tu carî li hember êrişan lawaz nabin.”

KOGRA STAR: DEWLETA TIRK DI NAVA FAŞÎZMÊ DE FETISIYE

Her wiha Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê daxuyaniyek li Qada Jina Azad da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Meysûn Kewar ve hat xwendin.

Meysûn Kewar diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heta dawiyê di nava faşîzmê de fetisiye, bê navber êrişên hovane li ser civakê dike lê her çi qas êrişên hovane bê navber pêk tîne jî li hemberî wê gelên heremê bi berxwedana xwe ve bersivê didin.

DESTEYA TENDURISTIYÊ DAXUYANÎ DA

Desteya Tenduristiyê ya Kobanê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê ji aliyê hevseroka Desteya Tenduristiyê Ezîze Îbrahîm ve hat xwendin.

Ezîze Îbrahîm diyar kir ku Rojhilata Navîn di nava pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Dewleta Tirka a dagirker binesazî, aborî û nexweşxaneyan û depoyên genim dike hedef da ku rewşa jiyanî ya civakê xirab bibe.

Ezîzeyê bang li saziyên navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

(sş)

ANHA