Werîşe Muradî dawî li greva xwe ya birçîbûnê anî

Endama KJAR’ê Werîşe Muradî greva xwe ya birçîbûnê ya ku li Girtîgeha Evînê dayî destpêkirin, bi dawî kir.

Werîşe Muradî dawî li greva xwe ya birçîbûnê anî
29 cotmeh, 2024   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

19 roj bûn Endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê de, li dijî kiryar û zextên dewleta Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû.

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di malpera xwe ya fermî de derbarê greva birçîbûnê ya Werîşe Mûradî de daxuyaniyek parve kir.

KJAR’ê ragihand ku Werîşe Mûradî ku 19 roj bûn di greva birçîbûnê de bû, dawî li greva xwe aniye.

Li gorî daxuyaniyê Werîşe Mûradî li ser daxwaza KJAR û çalakvanan dawî li greva xwe ya birçîbûnê aniye.

(mh)