Artêşa Îsraîlê careke din ket gundewarê Quneytîrayê

Artêşa Îsraîlê ket gundekî Quneytîrayê û gule li hewa teqandin.

Artêşa Îsraîlê careke din ket gundewarê Quneytîrayê
21 mijdar, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de dewriyeyeke leşkerî ya artêşa Îsraîlê ji gundê Til Ehmer ê rojava ber bi Til Ehmer ê rojhilat ên gundewarê Quneytîraya navîn ve bi rê ket.

Li gorî SOHR’ê, hemwextî ketina hêzên Îsraîlê ya nava gund, gule li hewayê teqandin.

Beriya wê jî artêşa Îsraîlê li ser rêya gundê Riwêhîna-bajarokê Bîr Ecem ên gundewarê Quneytîraya navîn 2 rêbendên demkî ava kiribûn.

(bb)