Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir

Artêşa Îsraîlê bi obîsan derdora bajarokê Yarûn ê başûrê Lubnanê topbaran kir.

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê topbaran kir
21 mijdar, 2025   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê saet derdora 08.15’an 3 guleyên obîsê avêtin derdora bajarokê Yarûn ê bajarê Bint Cibêl a li başûrê Lubnanê.

Her wiha hate zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê li ser herêma Hermel a Biaqa ya li rojhilatê Lubnanê geriyane.

(bb)