Artêşa Îsraîlê: 16 çekdarên Filistînî hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyona berfireh ya li Difa El Xerbiyê de ku 2 roj e dewam dike,16 çekdarên Filistînî hatine kuştin. Tevgera El Cîhad El Îslamî jî ragihand ku fermandarê tabûra Tolkerem a Seraya Qudis û hin gardiyanên wî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê: 16 çekdarên Filistînî hatin kuştin
29 tebax, 2024   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di operasyoneke leşkerî ya fireh li gelek bajar û kampên penaberan a li bakurê Difa El Xerbiyê de 16 çekdarên filistînî kuştine. Ev 2 roj e operasyon dewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka operasyona Îsraîlê ya duh ve 15 kuştî hene, ji wan 3 cenaze ketine destê artêşa Îsraîlê.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku yek ji kuştiyan navê xwe Mihemed Cabir (Ebî Şuja) e û ew jî rêveberê komê li kampa Nûr Şemis e.

Her wiha, piştre berdevkê artêşa Îsraîlê Nadav Shoshani diyar kir ku Cabir bi dehan ciwan ji bo ku li dijî Îsraîlê şer bikin bi rê ve dibirin.

Li aliyê din, Tevgera El Cîhad El Îslamî ragihand ku fermandarê tabûra Tolkerem a Seraya Qudis, yek ji damezirînerên wê yên pêşîn û gardiyanên wî, hatin kuştin.

(mh)