Çeteyekî li Girê Spî zarokek tecawîz kir

Çeteyekî dewleta Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî yê dagirkirî zarokek tecawîz kir. Li gorî çavkaniyan serçeteyekê DAIŞˊê ew çete ji destê malbatê zarok xelas kir.

Çeteyekî li Girê Spî zarokek tecawîz kir
29 tebax, 2024   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî xwecih ê ji hundirê bajarê Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku zarokeke 12 salî bi navê Meys û sêwiyê dê û bav e, ji hêla çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hatiye tecawîzkirin.

Çavkanî got çeteyê bi navê Ramî El Keraf ku girêdayî çeteyên ˊKetîbet Ebû Cîhad Qadisiyeˊ ye zarok tecawîz kir.

Li gorî heman çavkanî, çeteyê bi navê Raxid El Dehis ku niha serçeteyê ˊCebhet El Şamiyêˊ ye û berê di ˊKetîbet Temasîhˊ serçeteyekî çeteyên DAIŞˊê bû gef li malbata zarok xwar ku nêzîkî çete Ramî nebin. Serçete Raxid El Dehis ji malbata zarok re got Ramî girêdayî Îstîxbarata Tirkiyeyê ye.

(fr)